Jina ku hat zewicandin ji aliyê hevjînê xwe ve hat îşkencekirin

12:02

AYDIN – Mêrê bi navê R.A. û malbata xwe bi awayekî sîstematîk 4 mehan li N.G. kirin. Malbata N.G ya ku ji ber îşkenceya lê hat kirin rakirin nexweşxaneyê der barê R.A. û malbata wî de gilî kirin
.
Mêrê bi navê R.A. yê bi N.G. re berî bi 4 mehan bi mahra melê zewicî, bi mehan ew îşkence kir. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, N.G. ya bi mahra melê hat zewicandin bi hevjînê xwe re li Kocaeliyê bi cih bûn. Malbata N.G. di vê navberê de her çend ku xwes bi keça xwe re bipeyivin jî ji aliyê hevjîn û malbata wî ve hatin astengkirin. Lê piştî bi 4 mehan N. ji ber îşkenceya lê hat kirin bi awayê ji ser hişê xwe ve çûyî li ber deriyê malbata xwe hat dîtin. Piştî ku malbatê N. rakir neweşxaneyê der ket holê ku îşkence lê hatiye kirin. N. ya ku parsûyê wê û pêçiyên wê bi îşkenceyê hatibûn şikandin derket holê ku li ser vajînaya wê jî asît hatiye rijandin. Her wiha malbata N. ya li Aydinê tê dermankirin der barê îşkencekaran de serlêdana sûckirin.