Cenazeyê zarokan îro wê bên definkirin

11:26

EDENE - Cenazeyên 10 xwendekarên ku di şewata Aladagê de jiyana xwe ji dest dan ji bo bên definkirin ber bi gundên wan ve hatin şandin.

Xebatkara wargeha keçan Fatma Canatan û keça midûrê wargehê Sare Betul Genç ên ku di şewata li wargeha keçan a girêdayî Suleymancilar a li Aladaga Edeneyê ye de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan ji morga Goristana Asriyê ji aliyê malbatê ve hatin girtin û ji bo defin bikin birin navçeya Tarsusa Mêrsînê. Her wiha vê sibê jî cenazeyên 8 xwendekaran Sema Nur Aydogdu, Zelîha Avci, Sevîm Koylu, Gamze Bagîr, Sumeyye Yetîm, Îlknur Maden, Nurgul Pertlek, Bahtınur Baş, Tugba Agdogdu û Cennet Karataş ji bo bên definkirin ji aliye malbatê ve hatin girtin. Malbatên ku ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin hatin ber deriye morgê kriz derbas kirin, bi duayan 10 cenaze dinava rundikan de bi konvoyekê ber bi Aladagê ve bi rêxistin.

Bi tevlîbûna Wezîrê Yeketiya Neteweyî Omer Çelîk re, piştî merasîma ku dê li Koprucuka Aladagê were pêkanîn, cenaze dê li gundên Koprucuk, Maden û Kişlak bên definkirin.

Sema Nur Aydogdu, Cennet Karataş û Îlknur Maden dê li gundê Kişlak, Nurgul Pertlek, Sumeyye Yetîm, Bahtinur Baş, Tugba Agdogdu, Sevîm Koylu û Zelîha Avci li gundê Koprucukê û Gamze Bagîr li gundê Karahanê bên definkirin.