Şîlan û hevalên wê li Hesekê hatin bibiranîn

11:16

HESEKÊ- PYD'ê têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wê bi civînek li Navenda Çand û Huner a Xabûrê bibîranî.

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkoşre Şîlan Kobanê û hevalên wê, Zekeriya, Fuad, Cemîl û Ciwan bi civînekê li Navenda Çand û Huner a Xabûr ya Taxa Miftî bibîr anîn. Endamên PYD'ê û bi dehan welatiyên bajarê Hesekê di civînê de amede bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê ji hêla Rêveberê Partiya Yekîtiya Demokratîk Şemis El-Dîn Melle Îbrahîm axivî. Şemis El-Dîn bal kişand ser rola giring a têkoşer Şîlan û hevalên wê di avakirina PYD'ê de û wiha got:"Van hevalan xwedî roleke giring in di avakirina PYD'ê de, di dema îlankirina Partiya Yekîtiya Demokratîk de. Van hevalan bi destên dijminan jiyana xwe ji dest dan. Em bejna xwe li ber wan ditewînin û wan bi bîr tînin."

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Hesen axivî û wiha got: "Em şehîdên xwe û lehengiya wan ji bîr nakin. Dijmin bi qetilkirina wan xwest ku vîna gelê kurd bişkîne, lê em ê bi xwîna wan şehîdan dîrokê binvîsînin."

Rêvebera Kongra Star Şêrîn Oso jî têkoşeran bibîranîn û wiha axivî: "Dema em dibêjin şehîd, ev ne tenê peyveke, ev peyvek pîroz e û bi xwîna wan pekrewanan em îro dijîn. Bi şehadeta şehîd Şîlan û şehîdên jin em jinên Rojava îro azad in û bi fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê li pêş dikevin û xwe nas dikin."

Di dawiya civînê de sineviziyon li ser jiyana têkoşeran hat pêşkêşkirin.