Li Minbicê jin xebatên trafîkê bi rêxistin dikin

09:28

MINBIC- Jinên Minbicê yên ku piştî bajêr ji hovitiya çeteyan rizgarkirin niha xebatên xwe yên navenda Tirafîkê rêve dibin û xwe bi rêxistin dikin.

Piştî ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê bajarê Minbicê ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir, li bajêr gel êdî aram dijî. Her wiha saziyên sivîl jî hatin avakirin. Yek ji wan jî Navenda Trafîkê ye. Bi armanca parastina sivîlan ji qezayan û rastkirina çûnûhatina wesayîtan, Navenda Trafîkê di 28'ê meha Îlonê de hat vekirin. Di navendê de 17 kes kar dikin, sê jê jin in. Têkildarê mijarê Rêvebera Trafîkê Nehla Mihemed nirxandin kir.

'Jin dikare bi rêbertiyek rast vê qadê jî bi ser bixe'

Nehlayê diyar kir ku jin dikare pêşengtiya her qadê bike û got: "Ne tenê mêr dikare karê trafîkê bike, jin jî weke ku pêşengtiya her qadên jiyanê dike, dikare bi rêbertiyek rast vê qadê jî biser bixe. Em jî li ser vî bingehî tevlî vê xebatê bûne û bi kêfxweşî kar dikin."

'Dibe destpêkê zehmetiyên kar hebin, lê wê bên derbaskirin'

Nehlayê da zanîn ku dibe dema destpêkê ya kare xwe hinek astengiyan bikşînin û wiha domand: "Ji ber ku di dema rizgarkirina Minbicê de di encama topbaranê de zirar gihişte rêyên bajar. Lê niha Şaredariya Gel a bajar dest bi çêkirina van riyan dike û pirsgirêkên heyî çareser dike."

'Xebatên trafîkê xebatekî giring e'

Nehlayê giringiya xebatên trafîkê wiha vegot: "Piştî hilweşînên 4 sal ên şer bêguman wê karê trafîkê karekî giring be. Vekirina Navenda Trafîkê li bajarê Minbicê jî pir giring bû. Em jî heya dawiyê hewl didin ku karekî serkeftî bidin meşandin û ji bo bajarekî ku tê de çûnûhatina di kolanan de rêxistinkirî be, em ê heya dawiyê kar bikin."

Nehlayê bang li ciwanên jin û mêr yên bajarê Minbicê kir ku tevlî xebatên trafîkê û hemû saziyên li Minbicê heyî, bibin.