Turkan Esen: TJA wê hemû jinên cîhanê bihundirîne

09:25

STENBOL-KJA ya bi biryara KHK’ê re hat girtin, di Hevdîtina li Amedê pêk hat de di rêya ‘ Hevdîtina jinan de’ wek TJA biryara berdewam kirinê girt. Endama TJA’yê Turkan Esen diyar kir ku wê bi heman biryarê têkoşîna xwe bidomînin û wê TJA hemû jinên cîhanê bihundirîne.

Piştî KJA bi biryara KHK’ê hat girtin şûnde di 20’ê Mijdarê de di ‘Hevdîtina Jinan’ ya pêk hat de li ser modela nû ya rêxistinê nîqaş hatin meşandin û jinên Kurd biryar girtin k udi bin Tevgera Jinên Azad (TJA) de xebatên xwe bimeşînin. Endama TJA’yê Turkan Esenê da zanîn ku bi hewldana darbeyê şûnde li dijî gelek saziyan êrîş pêk hatiye, hevserok û parlamenter hatine girtin. Turkanê wiha berdewam kir: “Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde bi KHK’yan re gelek komeleyên jinan, Ajansa Nûçeyan a JINHA û saziyên çapemeniyê hatin girtin. Berdevka demî ya KJA’yê Ayla Akat hat derbkirin, binçavkirin û girtin.

‘Me nîşan da ku em ne bêalternatîfin’

Turkanê bi lêv kir ku beriya KJA’yê wek Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) têkoşîn meşandine û ev tişt anîn ziman: “Bi rastî jî avabûneke mezin ya bi jinên Tirkiyeyê re tevdigeriya bû. Piştre bi KJA’yê re em ketin rêya rêxistineke tîpa meclîsê. Piştre bi biryara girtinê re faliyetên me hatin sekinandin lê me TJA’yê nîşan da ku em ne bê alternatîf û bê çarene.”

‘AKP piştevaniya jinê qebûl nake’

Turkanê destnîşan kirku êrîşa desthilatdariya AKP’ê ya li dijî jinan ne tesadufiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov dinêrin li gelek ewlatan tevgerên jinanhene. Lê wek tevgera azadiya jinên Kurd perspektîf û pêşniyarên berfireh nekarin pêşniyar bikin. Îro li Rojava şoreşa jinê pêk hat û bi jinên Kurd re piştevaniyek jinan a enternasyonalîst derket holê. Lê AKP vê qebûl nake. Tayyînkirina qayyûman û binçavkirin û girtina hevserokan bêtehemuliya AKP’ê ya li dijî vê nîşan dide. dema jin bi rêxistin bin, civak jî bi rêxistine û dema jin bikeve nava tevgerê civak jî dikeve nava tevgerê. Clara Zetkîn dibêje ‘Jin nîvê ezmanê ye’. Ev paradîgmaya herî girîng ya Tevgera Kurde. Di vî alî de li Tirkiyeyê em jinên Kurd navendin. Beyî jinên Kurd têkoşîn nabe.”

‘Emê bi berxwedanê têbikoşin’

Turkanê bi lêv kir ku wê bi TJA’yê di rêya xwe de berdewam bikin û ev îfade anîn ziman: “Ji bo ev pêvajo bê rêxistinkirin heftaya borî li Stenbolê em jinên Kurd re hatin cem hev û me 25’ê Mijdarê bi coş pêşwazî kir. Di heman demê de qanûna ku temenê razîkirinê daxînin 12 heye. Em di vê mijarê de amadene û û dixwazin rayagiştî ya cîhanê ava bikin. AKP bi qanûnên ku derdixe re dixwaze jin û zarokan hepsê malê bike. Her wiha mudaxleyê jinan dikin ku çend zarokan bînin, jin li kolanê nekenin. Dema me dest bi têkoşînê kir em jin kêm bûn. Lê niha em bi hezaran jinî re dimeşin. Emê her tim têbikoşin. Em hedef dikin ku hemû jinan bihundirînin.”