Mala Jin ya li Şamê ligel astengiyan xebatên xwe pêk tînin

09:24

QAMIŞLO - Rêvebera Mala Jinê ya Taxa Zoravayê Şamê Latîfe Ehmed diyar kir ku ew ligel zehmetiyên mezin navenda xwe li Zoravayê vekirine û got ku armanca wan xwe gihandina tevahî jinan e.

Bi şoreşa rojavayê Kurdistanê re jin li her qadê ji bo xwe rêxistinkirinê û sazibûnê xebatên berfireh pêk tînin. Jin ne tenê li bajarên Rojava di heman demê de li herêmên bakûrê Sûriyeyê û li paytexta Sûriyeyê Şamê navend vekirin. Rêvebera Mala Jinê ya Taxa Zoravayê Şamê Latîfe Ehmed anî ziman ku ji bo parastina jinê ew li her qadê dixwazin xwe bi rêxistin bikin û wiha got: "Li Zorevayê Mala Jin vekirin ne hêsan bû. Ji ber zexta rejîma Baasê li ser me zêdebûn û gelek astengiyan derdixist pêşberî me."

'Armanc rêxistinkirina jinane'

Latîfeyê da zanîn ku ew ligel astengiyên mezin Mala Jin bi 5 kesan dane vekirin û wiha axivî: "Armanca vekirina Mala Jin rêxistinkirina hêza jinên, kurd, ereb, sûryan û hwd tevahî netewane. Rejîm ji bo tirsandina welatiyan gelek hewl dide ku jin berê xwe nedin Mala Jin. Dibe ku ev zehmetî li kantonan nebe lê li Şamê em her roj rastî zehmetiyên giran tên.

'Rejîma Baasê li gorî pergala xwe jin perwerde dike'

Latîfeyê destnîşan kir ku rejîma Baasê jin li gorî pergala xwe ya desthilatdariyê perwerde dike û bikar tîne û wiha domand: "Mala Jin navenda çareserkirina pirsgirêka zehmetiyên ku jin dijîye. Ji ber vê divê tevahî jin û dayikên me xwedî li navenda xwe ya jinan derên."

'Herî zêde dozên berdan û zewaca temen biçûk tên ber destên me'

Letîfeyê di derbarê dozên ku tên Mala Jin de jî derbirî û wiha pêl da gotina xwe: "Dozên ku herî zêde tên ber destên me dozên berdan û zewaca temenên biçûk in. Em weke Mala Jin destûr nadin ku jin di bin 18 saliyê de bê zewcandin. Eger jin ji Kantonê hatibin vir û serî li me didin cardin em ji navendên Kantona ku jê hatiye re radighînin. Lê dema ku rêjîm bikeve nav pirsgirêkekê de, êdî em nikarin tedexulê bikin."

Bi perwerdê re jin xwedî li navendên xwe dertên

Letîfeyê bal kişand li ser girîngiya perwerdehiyê û ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Em perwerdehiya xwe dibînin, perwerdeyên xweser û yên giştî jî hene. Jinên ku tevlî perwerdehiyan dibin û cihê xwe tê de digirin bi nerîneke baş li Mala Jinê dinerin û bi me re dibin alîkar. Lê jinên ku xwe ji perwerdehiyê dûr dixin, tevlîbûna xwe ji Mala Jinê re çênakin. Li Zorava Mala Jinê, Mala Gel, Navenda Çand û Hûner û gelek saziyên din jî hatine vekirin û xebatên xwe bi rêvedibin."