ROJEVA 01'Ê KANÛNA 2016'AN

09:00

*Rêvebera Mala Jinê ya Taxa Zoravayê Şamê Latîfe Ehmed diyar kir ku ew ligel zehmetiyên mezin navenda xwe li Zoravayê vekirine û got ku armanca wan xwe gihandina tevahî jinan e.

*KJA ya bi biryara KHK’ê re hat girtin, di Hevdîtina li Amedê pêk hat de di rêya ‘ Hevdîtina jinan de’ wek TJA biryara berdewam kirinê girt. Endama TJA’yê Turkan Esen diyar kir ku wê bi heman biryarê têkoşîna xwe bidomînin û wê TJA hemû jinên cîhanê bihundirîne.

*Zarokên bi navê Dellal, Sadîr û Ahmet ku ji şerê li Sûriyeyê ev 5 sale berdewam dike, bi malbatên xwe re hatin li Rihayê bi cih bûn, di kar de tên xebitandin û îstîsmarkirin. Ji bo zarokên ku dixwazin biçin dibistanê û bilîzin jiyanek din nayê pêşkêşkirin.

*Xebatkara SGK û sekretera Jinan a BES’ê Mahîle Ariç ku bi KHK’ê ji kar hat durxistin diyar kir ku bi vî awayî şîdeta aborî li jinan tê kirin û wiha got: “Armanca esas eve kum e ji jiyana kar dur bixin û doza şîdetê zêde bikin.”

*Jinên Minbicê yên ku piştî bajêr ji hovitiya çeteyan rizgarkirin niha xebatên xwe yên navenda Tirafîqê rêve dibin û xwe bi rêxistin dikin.