TJA: Tu êrîş nikarin me ji kurdbûn û jinbûna me dûr bixin

14:57

AMED - Pêkhatiyên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Amedê binçavkririna siyasetmedara kurd Sara Aktaş şermezar kirin û gotin: "Operasyona hiş a li dijî Sara Aktaş li dijî jin û gelê kurd pêk hatiye."

Pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên Amedê, têkildarî binçavkirina siyasetmedara kurd Sara Aktaş a li Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Jinan li dijî binçavkirinê nerazîbûn nîşan dan. Civîn li Salona Civînê ya DBP'a Amedê hat li darxistin û gelek jin û dayik tevlî bûn. Li ser navê jinan aktîvîsta TJA'yê Nezahat Şîngez daxuyanî xwend û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di bin navê hewldana darbeyê ya di 15'ê tîrmehê de pêk hat û şûn ve dixwaze hemû aliyan û gelê kurd tune bike. Şîngez da zanîn ku li gel hemû hewldanên qirkirinê yên li dijî jinê xebat û têkoşîna jina kurd didome û got ku jinan ji saziyên çapemeniyê heta saziyên komelbûnan di warê xebatên avakirina jiyanek azad û demokratîk de bê navber xebatên xwe dom kiriye.

Nezaht destnîşan kir ku ew ji bo jiyanek bi rûmet û bi wate têkoşîna jina kurd esas digirin û wiha got: "Bi sedan jin li gel hemû polîtîkaya binçavkirin, girtin, ji warê xwe dûr xistin û hemû cûreyên polîtîkaya helandinê di nav têkoşîna birûmet de cih girtin. Hevala me Sara Aktaş jî ji bo serî li hember koletiyê daneyne têkoşîna azadiyê dide meşandin û bi salan emrê wê di girtîgehan de maye."

Nezahat anî ziman ku Sara Aktaş ji aliyê çapemeniya tirk û havûz ve bi zanebûn hedef hatiye girtin û got ku ji bo welatek azad ew bi eşqa azadiyê têdikoşiya. Şîngez di dawiya axaftina de anî ziman ku Sara Aktaş, Ayla Akat Ata, parlementer, hevserok, hevşaredar û hemû jinên binçavkirî û girtî rûmeta wan in û bang li rayedaran kir ku hevala wan Sara Akta demildest serbest bê berdan.

Civîn bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" û lêdana çepikan bi dawî bû.