Ziyareta parlamenterên HDP'ê ya Girtîgeha Kandirayê asteng kirin

14:30

ENQERE- Heyeta ku parlamenterên HDP'ê pêk dihat xwest biçe girtîgeha Kandarayê ya ku Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag û gelek parlamenterên HDP'ê lê girtî ne, di ketina Girtîgeha Kandarayê de hat astengkirin.

Heyeta HDP'ê ya ku ji Aysel Tugluk, Çaglar Demîrel, parlamenterê Dîlokê Mahmut Togrul, parlamentera Agiriyê Dîrayet Taşdemîr, pallamenterê Mêrdînê Alî Atalan û parlamenterê Rihayê îbrahîm ayahan pêk dihat xwest ku biçe girtîgeha Kandirayê ya ku Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdaga û gelek parlamenterên HDP'ê lê girtî ne. Lê di ketina Girtîgeha Kandirayê de heyet ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.