Şaredarî hat dorpêçkirin

13:28

AMED - Ji bo protestokirina desteserkirina erka rayedarên şaredariyan ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve hat desteserkirin daxuyanî bê dayîn, şaredariya Peyasê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkrin.

Ji ber ku Walîtiya Amedê erka 13 Şaredariyên DBP'ê desteser kir hevşaredaran xwest ku li ber şaredariyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Beriya ku daxuyanî bê dayîn, polîsan şaredariya Peyasê dorpêç kirin. Bi ketina bi dehan polîsên hêza Çevîk û TOMA'yan ketina şaredariyê li mirovan hat qedexekirin.