Şîlan Kobanê û hevalên wê li Kobanê hatin bîranîn

12:40

KOBANÊ- Bi boneya bîranîna Şîlan Kobanê û çar hevalên wê yên ku li Mûsilê di encama komployek de hatine qetilkirin, gelek rêxistin û sazi li Salona Meclîsa Zagonsaz a Kantona Kobanê hatin gel hev û civina biranînê pêk anîn.

Bi tevlîbûna Saziyên Civakî yên Sivîl, Endamên PYD û Rêxistina Kongra Starê bi boneya bîranîna Şîlan Kobanê û çar hevalên wê yên ku li Mûsilê di encama komployek de hatine qetilkirin li Meclisa Zagonsaz a Kantona Kobanê civînek ya bîranînê hat lidarxistin. Paşê li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şêx Mişmşo wiha got: "Piştî komploya navnetewî ya ku li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan pêk hat, hemû dewlet wisa fikirîn ku wê gelê kurd bikeve. Lê nedizanîn ku wê Kurd xwe bighînin vê asta serkeftinê. Ev hevalên me yên ku şehîd ketin, dema ku xwestin derbasî Rojava bibin û rêxistina me li Rojava xurtir bikin, hemû dewletan komployek li Mûsilê çêkirin û hevalên me şehîd xistin."

Di heman demê de Ehmed Xoce 13'mîn salvegera Şîlan Kobanê û hevalên wê li gelê kurd pîroz kir. Bav û dayîka têkoşer Şîlan jî ev roj li tevahî gelê kurd pîroz kirin û gotin ku ev tê wateya ku têkoşerên me zindî ne û tucarî namirin.

Civîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.