Deriyê Amîdayê hat girtin

12:06

AMED - Qeyûmê tayînî Şaredariya Sûra Amedê hat kirin deriyê Navenda Serlêdana Jinan yê Amîdayê kilît kir. Jinên ku kilîtkirina deriyê navêendê protesto kirin gotin ku ew ê xebatên xwe berdewam bikin.

Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, berî bi mehekê Muduryeta Polîtîkayên Jinan ya ku di bin banê şaredariyê de dixebitî fesih kir û Navenda Jinan a Serlêdanê Amîda ya ku girêdayî muduryetê dixebitî jî girtibû. Her wiha navenda ku xebatkarên wê ji kar hatin derxistin bi biryara qeyûm kilîda derî hat guhertin û deriyê wê hat girtin. Her wiha xebatkarên navendê jî girtina deriyê wê bi tilîlî û dirûşman protesto kirin.

Xebatkarên saziyê yên ku girtina deriyê wê protesto kirin diyar kirin ku ew ê her li kolanên Sûrê bin û xebatên xwe berdewam bikin.