Roşîn Agirî bi tilîliyê dayikan hat oxirkirin

11:41

QAMIŞLO- Endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Serêkaniyê Roşîn Agirî ku di encama qezayekê de jiyana xwe jidest da, ji aliyê sedan welatiyan ve bi merasîmeke girseyî li Gorirstana Şehîd Delîl Saroxan hat oxirkirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo Endama Kongra Star a bajarê Serêkaniyê Nusra Xelîl bi nasnav (Roşîn Agirî) ya ku di encama qezayekê de jiyana xwe jidest da, bi merasîmeke girseyî li Goristana Delîl Saroxan spartin axê. Di merasîma veşartinê de şervanên YPJ û YPG'ê merasîmek leşkerî pêk anîn, paşê axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclisa Bajarê Qamişlo Henîfe Hisên wiha got: "22 sal in ku hevala Roşîn li her çar aliyên Kurdistanê têkoşîn daye meşandin. Em sersaxiyê ji malbata wê re dixwazin."

Li ser navê TEV-DEM'ê Zeyneb Efrîn jî sersaxî ji gelê Kurd û têkoşerên azadiyê re xwest û wiha got: "Di 27 vê mehê de ku dikeve sersala partiyê, di buyerekê de heval Roşîn jiyana xwe ji dest da. Hevala Roşîn li gelê xwe û felsefeya Serokê xwe xwedî derket."

Her wiha li ser navê Rêxistina Kongra Star Muna Semûr û li ser navê hêzên YPJ/YPG'ê Gelî Serhed axivî. Gelî sersala PKK'ê li cangoriyên azadiyê pîroz kir û wiha got: "Hevala Roşîn di çeperên şer û di Tevgera Azadiya Kurdistanê de 22 salên bê navber têkoşîn daye meşandin."

Paşê bawernameya têkoşer Roşîn radestî malbata wê hate kirin. Bi navê malbata wê Mehmûd Hewarî axivî û rola têkoşîn û berxwedanê anî ziman. Fatma Ehmed jî helbestek xwend

Girseya gel cenazeyên têkoşer Roşîn bi dirûşmeya "Şehîd Namirin " û tilîliya dayikan spartin axê.