Li Êlihê 4 zarok rastî îstismara zayendî hatine

10:48

ÊLIH- Li Êlihê 4 zarok derket holê ku rastî îstismara zayendî hatine.

Li Êlihê 4 zarok rastî îstismara zayendî hatine. Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran bûyer ji hesabê xwe yê twitterê parve kir û wiha got: "Li Êlihê li ser agahiya ku 4 zarok rastî tecawizê hatine me lêkolîn kir. Ew anîne nexweşaneyê. Nayê zanîn ku zarok niha li kû derê ne û rewşa wan çi ye. Em nikarin xwe bigihînin rayedarên nexweşxaneyê. Em ê desturê nedin ku li ser bûyerê bê girtin. Em li bendê ne rayedar daxuyaniyekî bidin."

Waliyê Êlihê jî li ser hesabê xwe ya medyayê civakî wiha gotibû "Nûçeyên ku li ser medyayê civakî di derbarê ku çar zarok li Îmam Hatîpê de rastî tecevuzê hatine bê bingehin û tu aliyek wê ya rast tuneye."