Di şewata derket de 11 xwendekaran jiyana xwe ji dest da

10:47

EDENE-Li navçeya Aladagê di şewata waregeha xwendekadaran a ku zarokên keç lê diman de 11 xwendekarên jiyana xwe ji dest dan. Têkîldarî bûyerê qedexeya weşanê hat danîn.

Duh bi şev li navçeya Aladagê ya Edeneyê li waregeha xwendekaran a li taxa Sînanpaşayê şewat derket. Sedema şewatê nehat hînbûn û di demeke kin de mezin bû. Di şewatê de 11 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan.

Li aliyê din têkîldarî bûyera şewatê RTUK'ê qedexeya weşanê danî. Daxuyanî di malpera RTUK'ê de hat dayîn û hat gotin ku bi biryada Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Aladagê qedexeya weşanê hatiye danîn.