Salek piştî dîroka ji nûve li Sûrê hat nivîsin (5) - DOSYA

09:37
DOSYA" class="social-twitter">

‘Wê Çekvar, Rozerîn neqedin'

AMED- Yên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan navê xwe li vê berxwedanê dan nivîsîn û ji van du heb hêj 17 salî bûn, Rozerîn Çukur û Çekvar Çubuk bû. Xwişka Rozerînê Gulluşahê wiha got: “Ew gihişt armanca xwe. Ez bi wê serbilindim.” Hevala Çekvar, Mizgînê jî wiha got: “Çekvar wê neqedin. Ew bûn parçeyek berxwedana destanî.”

Li navçeya Sûrê ya Amedê li dijî daxwaza gel a xwe bi xwe rêve bibin qedexeya derketina kolanê hat îlankirin û di 2’ê Qanûna 2015’an de dagirkirineke ku heta niha nehatiye dîtin pêk hat. Bi mehan navçe li dijî tank û topan berxweda û kesên jiyana xwe ji dest dan jî di hişan de cihê xwe girtin. Li navçeya ku hîna hilweşîn berdewam dike, gel diyar kir ku dewlet hewl dide ku berxwedanê bi me bidin jibîrkirin.Rozerîn Çukur ya 17 salî û Çekvar Çubuk yê 16 salî ji kesên ku di berxwedana Sûrê de di hişan de cihê xwe girtine. Çekvar di roja yekem ya qedexeyê de di pevçûnan de birîndar bû û ji ber nebirin nexweşxaneyê ji ber windahiya xwînê jiyana xwe ji dest da. Rozerîn jî di 8’ê Çileyê 2016’an de li taxa Fatîhpaşa li nêzî Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf hat qetilkirin. Malbatê cenazeyê wê 6 meh şûnde dikarî bigire.

‘Zaroka min ya yekem, parçeyek ji canê min’

Dayika Rozerînê Fahriye Çukur diyar kir ku Rozerîn ji aliyê derdorê ve gelek dihat hezkirin û wiha pê de çû: “Ew zaroka min ya ewil bû. parçeyek ji canê min bû.” Hevalê wê jî da zanîn ku Rozerîn yek ji jinên ku mor herî baş hild dida bû. xwişka Rozgerînê, Guluşah Çukurê da zanîn ku tevî ku di ser de salek derbas bûye jî rojekê ew jibîr nekirine û hîna bîranînên wê didin jiyîn û got ew ji ber xwişka xwe serbilinde.

‘Yên navê xwe li berxwedana Sûrê dan nivîsin’

Hevala wê ya zarokatiyê Mamîreyê diyar kir ku Rozerîn yek ji parçeyek girîng ya berxwedana Sûrê bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wê navê xwe li berxwedana Sûrê da nivîsin. Li wir bi rastî jî berxwedanek mezin da. Dema ket wir dizanibû wê bimre. Niha ya ku ji me re maye ew e ku di rêya ku ew şehîd ketiye de têkoşînê bimeşînin. Wê demê me hevalên wê û malbata wê ji bo cenazeya wê têkoşînek mezin da. Wê pêvajoyê tenê malbata wê baş dizane.”

‘Şopên hilweşînê wê paqij nebin’

Mamîreyê diyar kir ku li kolanên ku ew berxwe dide û bîranînê wê hene ti hilweşîn nekare şopa wê paqij bike û wih agot: “Ji roja şehîd ketiye heta niha ew di nav me de dijî. Wekê ku her tim ligel me ye, bi her kesî re alavek wê heye. Dema min bihist ku ew şehîd ketiye ez pir serbilind bûm. Niha jî hewl didin bi hilweşînê wan kolanan biqedînin. Lê yek kevirekî jî li wir nehêlin em dîsa jî wê berxwedanê jibîr nakin. Ez her tim dibêjim ezê kengê bîhna wan bigirim. Ji ber vê jî çiqas jî hilweşînin wê tiştek neguhere. Ew di berxwedana dîrokî ya 103 rojî de hat nivîsin.”

'Di ser çûyîna wê de 9 meh derbas bû’

Xwişka Rozerînê Gulluşahê diyar kir ku nebûna Rozerînê êş û valahiyek mezin bi wan re afirandiye û ev tişt anîn ziman: “Xwişka min gelek cuda bû. Dema ew çû di jiyana min de gelek tişt kêm bûn. Hebûna wê bawerî û hêvî dida mirovan. Piştî wê salek derbas bû, lê hîna di dilê min de ye. heta mirinê wê wisa be. Her tim ya rast dikir. Xeyalên xwe pêk anî. Sûr ji bo me xwedî cihekî girînge. Em ji bîr nakin.”

Got ‘Ez nekarim zilma li Kurdan bê kirin temaşe bikim’

Piştî Çekvar jiyana xwe ji dest da şûnde bi hezaran kesî bi dirûşmeya ‘Çekvar Çubuk nemire’ ew oxir kirin. Çekvarê 16 salî ku bi rûyê xwe yê xweş û nêrînên xwe di hişê gelê Amedê de ma, ji aliyê hevalên xwe ve gelek tê bêrîkirin.

‘Ji ber tirsê hevalê min qetilkirin’

Hevalê Çekvar, Alî destnîşan kir ku hevalê wî Çekvar gelek bi cesaret bûye û wiha pê de çû: “Enerjiya wî gelek baş bû. Em du salan bi hev re bûn. Gelek baş bû, dilê wî paqij bû. Roja me cenazeya wî girt nayê bîra min. Wê rojê çibûm dibistanê û piştre min agahiya wî girt. Dewletê dixwest li Sûrê her tiştî tine bike. gelek mirov qetilkirin. Çekvar hîna 16 salî bû. Zarok dikare çi zirarê bide dewletê. Lê ji wî tirsiyan û qetilkirin.”

‘Bi dehezaran Çekvar afirandin’

Alî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Min gelek hevalên xwe di şerê qirkirinê de winda kir. Piştî Çekvar me mehekê ders nekir. Tinebûna Çekvar ez gelek nerehet kirim. Ji ber vê jî min dibistan berda. Ne min û ne jî hevalên min Çevkar jibîr nekir. Bi dehezaran Çevkar afirand.”

‘Yek ji parçeyek girîng a berxwedanê bû’

Hevalê Çekvar Xebat Çapa ku di heman demê de xizmê wî ye jî ev tişt anîn ziman: “Ji roja şehîd ketiye heta niha di jiyana min de valiyek mezin çêbû. Çekvar parçeyek girîng yê berxwedana Sûrê bû. Her tim digot ‘ez vê jib o gelê xwe dikim. Ez nekarim vê zilmê temaşe bikim.’ Yên Çekvar qetilkirin bila heman tiştî bijîn. Emê her tim berxwedana wî bidomînin.”

Hevala wî Mizgînê jî bi lêv kir k udi dilê Çekvar de rihê şoreşgerî û têkoşerî hebûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me her tim li ser zilma li ser gelê Kurd dihat kirin diaxivî. Hevalên me şehîd diketin. Wî her tim wiha digot ‘Ew şehîd ketin lê ezê têkoşîna wan mezin bikim’. Çekvar her tim rihê têkoşînê nîşanê min dida. Li dijî pêkanînên dewletê bû. ji ber vê ket Sûrê û bû parçeyek berxwedanê. Çekvar wê ti car neqedin.”

QEDYA