'Em bi dirûşmeyên xwe li dijî şîdeta polîsan sekinîn’

09:35

ENQERE- Di çalaiya 25’ê Mijdarê de 11 jin hatibûn binçavkirin û derbkirin. Yek ji van jinan Derman Gulmezê wiha axivî: “Me di bin çavan de bi dirûşmeyan berxw dan. Her çiqa wan wê rojê em girtin jî me her tim kolan şopand. Me jî stran gotin û me deng da dengê jinên derve.”

Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê de jinên Enqereyê xwestin li Qada Kolejê mîtîngê pêk bînin ûpolîsan êrîşê jinan kir. 11 jin hatin binçavkirin. Jin rojek şûnde hatin berdan. Endama Malên Gel Derman Gulmezê tiştên ku jiyan vegot.

‘Her roj têkoşîn her roj berxwedan’

Dermanê wiha berdewam kir: “Me bi rojan berê dizanibû ku Platforma Jinan a Enqereyê mîtîngê pêk tîne. Em jî wek jinên Mala Gel di bin kampanyaya ‘serî tewandin tine, serhildan heye’ tevlî bûn. Lê dema em derketin kolê beriya me polîs û TOMA li qada mîtîngê bûn û dagir kiribûn. Di nokteya hevdîtinê de polîs nehişt ti jin bisekinin.”

‘Me şîdeta polîs û dewletê dîsa dît’

Dermanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Polîs ji bom e qedeya walitiyê ya 30’ê Mijdarê bibîr xist. Destura ku salekê negirtibû îsal jî neda bûn. Lê me ji wan destur nedigirt. Em ji wir derxistin. Bi dehan polîs li pişt me bûn. Me mudaxale kir, me got dest nedin me. Gotin ew zirarê nadin wan. Lê dîsa polîs û dewletê şîdeta xwe nîşan da. Em 11 jin hatin derbkirin û girtin. Me di bin çavan de bi dirûşmeyan berxwe da. Hewl dan vê carê devê me bigirin. Me di bin çavan de stranên xwe gotin. me deng da dengê jinên kolanê. Bijî piştevaniya jinan.”