ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2016'AN

09:00

* Di kareseta hezanê ya li gundê Madenê ya Şirvanê pêk hatî de 16 xebatkarên madenê di bin xakê de ma û hîna cenazeya çar kesan dernexistine holê. Li gundê ku qêrîn bilind dibin malbatê dilşewitî bi hêvî dipên ku xwe bigihînin cenazeyan.

*Hunermenda Nexşên Derziye ya Wezareta Çandê Mukadder Durukan ku kumaşên herêmî yên kevn li dukan xwe ya biçûk ya dîrokî, dinirxîne, diyar kir ku gelek jin hewl didin hilberînin, lê ji ber baca bilind nekarin atolyeyan vebikin.

*Di çalaiya 25’ê Mijdarê de 11 jin hatibûn binçavkirin û derbkirin. Yek ji van jinan Derman Gulmezê wiha axivî: “Me di bin çavan de bi dirûşmeyan berxw dan. Her çiqa wan wê rojê em girtin jî me her tim kolan şopand. Me jî stran gotin û me deng da dengê jinên derve.”

*Endama DBP MYK’ê Gulcîhan Şîmşekê balkişand ser girîngiya têkoşîn û rêxistibûna li dijî polîtîkayên zextê û êrîşên li hemberî gelê Kurd. Gulcîhanê gotina hevserokên xwe yên di girtîgehê de bibîr anî û anî ziman ku ewê li dijî zîhniyeta yekparêz qezenc bikin.

*Yên di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dan navê xwe li vê berxwedanê dan nivîsîn û ji van du heb hêj 17 salî bûn, Rozerîn Çukur û Çekvar Çubuk bû. Xwişka Rozerînê Gulluşahê wiha got: “Ew gihişt armanca xwe. Ez bi wê serbilindim.” Hevala Çekvar, Mizgînê jî wiha got: “Çekvar wê neqedin. Ew bûn parçeyek berxwedana destanî.”

*Li Peymangeha Şehîd Peyman ya bajarê Amûdê perwerdehiya ziman ji bo 11 şagirtên ereb dest pê kir.