‘Her roj li berçavên me bi dehan mal tên hilweşandin’

09:35

MÊRDÎN- Li Nisebînê hilweşandin, qedexe û dorpeç berdewam dike. Dayika Hediye da zanîn ku ew di bin dorpeç û sînorên hikumetê de dijin.

Li navçeya Nisebînê berxwedana YPS û YPS-JIN’ê bi mehanan bê navber berdewam kir. li hemberî berxwedanê hikumetê gelek tax û mal hilweşandin. Qedexeya derketina kolanan bi mehane li nisebînê berdewam dike. Taxên berxweder li aliyê dewletê ve bi têlan hatiye dorbeç kirin û her roj bi kepçeyan malen gel berçavên wan tên hilweşandin. Li taxa yenîşehîrê jî qedexe, dorbeç û hilweşandina avahiyan berdewam dike.

‘Em dibin sînorên hikumetê de dijîn’

Dayika bi navê Hedîye der barê qedexe dorbeç û hilweşandina avahiyan axivi û diyar kir ku, wan kedek mezin dabû heya ku, avahiyên xwe avakirîn û got ku, dewlet bi hêsanî tê keda wan tune dihesîbîne û wiha axivi;”Em her roj sere sibehê bi denge kepçeyan radibîn. Avahîyên me ber bi çavên me tên hilweşandin. Em her roj pişt têlan li avahîyên xwe mêze dikîn. Her tiştê me şewitandin niha jî tên avahiyên me hilweşînin em li vir di bin sînorên hikumetê de dijîn. Kepçeyên hikumeta tirk her roj keda ku, me bi salan dayi qetil dike. Em her tim li hemberî zordestiyê ne. Em ji taxa yenîşehîrê bûn. min ji hevserê xwe re jî got em mala xwe terik nekîn lê ji bo ku, bi hovane bombereman dikirin em jî mecbûr mayin derketîn.”

‘Her roj berçavên me bi dehan mal tên hilweşandin’

Hedîye da zanîn ku, hikumet ji bo berjewendiyên xwe avahîyên wan hilweşîne û wiha dirêjî da axiftina xwe;” Destûr nadin em bikevîn taxan li malen xwe binêrîn dibêjin ji ber ewlehî lê ev ne ewlehîye ji xwe ew ewqas ewlehîya me nafikirin. Her roj bi dehan mal berçavên me tên hilweşandin taxên me wergêrandine çolan ev tişt ne rewa ye. Bi qedexeyan dorbêçan û hilwşandina tene jî namînin vîna me jî tune dixesibînin. Dest dan ser şaredariya me parlementer û hevserokên me dixwazin me bi her awayi qut bikin. Ger em bibîn yek em dikarîn her tiştekî bikîn. Divê ev têl û qedexe bên rakirin. Em naxwazîn jiyana xwe bi qedexe û sînoran re bidîn meşandin.”