ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2016'AN

09:00

*Li Nisebînê hilweşandin, qedexe û dorpeç berdewam dike. Dayika Hediye da zanîn ku ew di bin dorpeç û sînorên hikumetê de dijin.

*Li Sûrê piştî berxwedana ku 103 rojan berdewam kir şûnde di meha Adarê de daxuyaniya operasyon qedyan hat dayîn. Li taxan hilweşîn berdewam dike û li her kolanê kalekol hat ava kirin. Gel çeteyên tiryakê û polîtîkayên sîxurtiyê vegotin û diyar kirin ku ev parçeyeke polîtîkayeke îskanê ye.

*Zinet Banat kevneşopiya balgîn, lihîf û doşekên hirî berdewam dike û bi hatina zivistanê re dest bi dirûtina lihîfan kir.

*Hevseroka TEV-DEM'ê Ayşe Efendî û Hevseroka Meclîsa Gel ya Kantona Kobanê Suad Şêx Demîr êrîşên dewleta tirk ya li ser bakûrê Sûriyê û bi taybet yên li ser herêma Şehbayê nirxandin û gotin: "Dewleta tirk bi riya êrîşên xwe ew ê nekaribe tu caran bighêje armancên xwe. Ji ber ku gelê kurd biryara serkeftin û azadiyê daye."

*Femînîstên Îranê bi sirûda ku ji bo jinên Tirkiyeyê striyan re piştevaniya jinê li dijî hemû zextan derxistin derveyê sînorê welat. Sirûd bi daxwazên ‘Ev deng dengê azadiyê ye, ev deng dengê serhildanê ye, em bi dengê xwe li gel we ne, bijî piştevaniya femînîst’ diyariyê jinên Tirkiyeyê hat kirin.

*Hevseroka HDP’a Seyhana Edeneyê Suzan Kiliç ku îxbarek li Edenê hincet hat nîşandan û hepsa malê danê, diyar kir ku îradeya gel nekare bê hepskirin. Suzanê da zanîn ku nekarin jinan ji siyasetê qût bikin û wiha berdewam kir: “Dixwazin me jinan bi girtin û hepsê malê têkoşîna jinê biqedînin. Lê jin wê ti car destê nede vê.”