Li bajarê Rimêlan 38'mîn avakirina PKK'ê hat pîrozkirin

18:39

RIMÊLAN - Welatiyên Girkê Legê, Dêrik, Tirbespiyê û Rimêlan ji bo pîrozkirina 38'mîn salvegera damezirandina PKK'ê şahiyek girseyî pêk anîn.

Li bajarê Rimêlanê ya Girkê Legê li Navenda futbolê bi pêşengiya TEV-DEM'ê bi boneya 38'mîn damezirandina PKK'ê di bin dirûşmeya "Bi rihê têkoşîna PKK'ê şoreşa Rojava û Rojhilata Navîn bi ser dikekeve", li dar xist. Di şehiyê de bi sedan welatî ji bajarê Girkê Legê, Dêrik, Dirbespiyê û Rimêlan tevlî bûn. Hevserokên Desteya Karê Hundir Kenan Berekat û Şêrîn Adem, endama rêveberiya buroya Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star Perwîn Muhemed, Hevserokê Desteya Enerjiyê Ebd-ElKerîm Melek di şahiyê de amade bûn.

Li ser navê TEV-DEM'ê Yûsiv Hacî salvegera damezirandina PKK'ê li tevahî gel pîroz kir û wiha got: "Ev tevger bi du gotinan dest pê kir û niha her ku diçe mezintir û serkeftîtir dibe. Em weka gelê Rojava dê li ser riya vê partiyê bin. Parastina xwe bikin, şoreşa xwe bi ser bixin û Rêberê xwe azad bikin."

Li ser navê Rêxistina Kongra Star Xaliya Eyûp jî wiha axivî: "Em salvegera PKK'ê li Rêber Apo û hemû şervanên azadiyê pîroz dikin. Ev roj ji bo me kurdan roja vejînê ye, partiya me bi çend kesan dest pê kir û îro bi hezaran vê vejînê pîroz dikin. Ev roja keda Rêber Apo ye, rêberê ku riya rastiyê ji tevahî gelan re diyar kir. Em jî weke jin dê her dem xwedî li vê rojê derkevin."

Piştî axaftinan Koma Botan a Qamişlo çend stran li ser Partiya Karkerên Kurdistanê got. Her wiha koma Kevneşopî ya dîlanên koçerat dîlanek gelerî pêş kêş kir. Koma Rimêlan a muzîkê ya Tirbespiyê jî çend parçeyên muzîkê û Koma Zarokan a Tirbespiyê dîlanek pêşkêş kir.

Şahî bi kêf û coşek mezin bi dawî bû.