Polîsan bi ser Diyar Tuhad - Der'ê de girt

15:56

AMED - Polîsên ku bi ser Diyar Tuhad - Der'a bi biryara KHK'ê hat girtin de girtin, wêne, belge û pirtukên li saziyê desteser kirin.

Diyar Tuhad - Der'ya ku di nava 370 komeleyên bi biryara KHK'ê hatin girtin de girt. Polîsên ku hatin avahiya komeleyê qufla derî şikandin û li komeleyê dest bi lêgerînê kirin.

Rêvebirên komeleyê yên ku agahiya serdegirtina komeleyê girtin bi parêzerên komeleyê re çûn avahiya komeleyê. Polîsên ku li komeleyê lêgerîn kirin belg, wêne û prtûkên li komeleyê desteser kirin. Piştî ku hejmartin qediya komele ji aliyê polîsan ve hat morkirin.