KCD: Em êrîşa li dijî Sarayê şermezar dikin

15:30

AMED - KCD'ê, diyar kir ku jiyana Sara Aktaş bi têkoşîna ji bo azadiya jinan der bas bûye û binçvakirina û hedefnîşandana wê şermezar kir.

KCD'ê derbarê binçvkirin û nûçeyên der barê Endama Koordînasyona KJA'yê ya ku bi biryara KHK'ê hat morkirin, Sara Aktaş de daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniya KCD'ê de wiha hat gotin: "Ligel ku sedema binçvakirina wê hêj nehatiye aşkerekirin jî medyaya alîgir Sara Aktaş a ku hemû jiyana xwe bi têkoşîna ji bo azadiya jinan derbas kiriye hedef nîşan da. Bi nûçeyên bê bingeh yên ku der barê Sara Aktaş de tên çêkirin dixwazin ku têkoşîna jinan krîmînalîze bikin. Wekî her gavê ku tê kirin vê carê jî di kesayeta Sarayê de têkoşîna jinê ya rêxistinkirî hatiye binçvakirin."

KCD'ê bi riya daxuyaniya xwe binçvkirin û neheqiya ji aliyê medyayê ve ku li Sarayê hat krin şermezar kir û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: " Wekî KCD'ê binçvkirin û êrîşên medyaya alîgr yên li dijî Sarayê şermezar dikin. Ji bo ku Sara demildest bê berdan em bang li hemû rêxisitnên jinan dikin ku dakevin qadan û têkoşînê bidin."