Ayşe Acar: Gel bi baweriya xwe bi ser dikeve

14:54

ÊLIH -TJA'ya Êlihê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina Tundiya li ser Jinê ya Cihanê, li Girêsîran bi jinan re civin li dar xist. Parlamentera HDP'ê ya Êlihé Ayşe Acar Başaran diyar kir ku gelê kurd bi baweriya xwe bi ser dikeve.

Li Êlihê bi mînasebeta 15'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Ser Jinê ya Cihanê, li bajaroka Girêsîran bi jinan re civîn hat lidarxistin. Civîna ku Parlamentera HDPé ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî tê de hebû gelek jin tevlî civînê bûn. Li cihê civîné pankarta li ser "Bi jina azad ber bi netewa demokratîk ve"û wêneyén şoreşgerên jinên kurd li salona civîn hatin dalîqandin.

'Gelê kurd bi baweriya xwe bi ser dikeve'

Parlamenter Ayşe diyar kir ku gelê kurd ne bi çek û şer bi baweriya xwe dé bi ser bike ve. Ayşe anî ziman ku çawa dewlet ji birêxistina jinê ditirse mêr jî ji yekitiya jinê ditirse, lewra ji bo jinan dîl bigirin bi her awayî êrişî jinê dikin. Ayşe axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev pêvajoya ku em ketiné ne nû ye. Berî sed salan ev tist derket pêşiya me. Le tişta ku em bi ser xistin baweriya me bû. Dewlet bi her awayi bi ser kurdan de tê lé rastiyek din ji heye ku nikare destê xwe bide baweriyan û baweriyê tune bike. Di seri de jin divê di vî pêvajoyë de tu kes ne bê bawerî be."

'Jin dê bi yekitiyê bi ser bikevin'

Ayşe destnîşan kir ku jin bi îtîfaq û yekîtiyé dê bi ser bikevin û banga yekitiyê li hemû jinan kir.

'Mafên jinan ji aliyé dewlet û mêr ve tên binpêkirin'

Aktîvsta TJA'yé Rahşan Çarboga jî got ku bi salan e mafê jinê ji aliyê dewlet û mêr ve tên binpêkirin, lê dé ji îro û şûnve jin ji bo tunekirina tecawiz û qetliyamamên tên kirin tune bikin têbikoşin.