TJA: Em bang li hemû jinan dikin ku li Sarayê xwedî derkevin

13:19

AMED - TJA'yê der barê binçvkirina Endama Koordînasyona KJA'yê û nûçeyên der barê wê de di medyayê de hatin weşandin daxuyanî da. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku weşandina nûçeyên bi vî rengî yên der barê Saryê de polîtîkayên Şerîn taybet in û bang li hemû jinan kir ku li Sarayê xwedî derkevin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) Der barê Endama Koordînasyona KJA'ya ku bi biryara KHK'ê hat girtin, Sara Aktaşa ya ku hat binçvkirin û der barê wê de nûçeyên wekî " berpirsiyara KCK'ê ya Tirkiyeyê hat girtin", " Ji bo PKK'ê darbeya herî giran" hatin weşandin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya TJA'yê de qedexeya hevdîtina wê ya bi parêzer re hat bibîrxistin û wiha hat gotin: " Der barê Sarayê de me tu agahî negirtine, lê der barê wê de ji aliyê medyaya şerê taybet ve nûçeyên bê bingeh tên çêkirin."

TJA'yê bi riya daxuyaniya xwe naskirina Sarayê ya ji aliyê hemû jinan ve bi bîr xist û ev tişt hat gotin: "Hevala me Sara Aktaş bi xebatên xwe yên siyaseta demokratîk û bi têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinan ji aliyê hemû kesî ve tê naskirin. Nuçeyên bê bingeh yên der barê hevala me de hatin çêkirin, encama polîtîkayên şerê taybet e û tu bingeha wan tune ye. Em bi rastiya Tirkiyeyê ya ku li dijî hiş û mantiq e rûbiru ne. Em bang li navendên van nûçeyan dikin ku hişê xwe bînin serê xwe. Bi van nûçeyên bê bingeh yên ku tên çêkirin tê xwestin ku têkoşîna jin û demokrasiyê bê terorîzekirin. Ji ber vê jî em bang li hemû jinan dikin ku li Sarayê û têkoşîna wê xwedî derkevin."