Koordînasyona Kongra Star: Nesra bi fedekariyek mezin tevlî şoreşê bû

12:53

QAMIŞLO - Koordînasyona Kongra Starê têkîldarê Endama Rêveberiya Kongra Starê Nesra Xelîl ya ku duh di encamê qezayek de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand.

Endama Rêveberiya Kongra Star a bajarê Serêkaniyê Nesra Xelîl duh di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da. Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek nivîskî weşand û sersaxî ji malbata Nesra û gelê kurd re xwest.

Di daxuyaniya koordînasyonê de ev tişt hat gotin:

"Endama me a bajarê Serêkaniyê Nesra Xelîl bi nasnav Roşîn duh di encama qezayekê de şehîd ket. Şehîd Nesra demeke dirêje ku di têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtiye. Ji sala 1997'an li gelek deveran têkoşîn daye meşandin. Di van salên dirêj ên têkoşîna nemir a azadiyê de bi fedekariyeke mezin barê şoreşê rakir. Heya ku hevala me Roşîn gihişte asta şehadetê jî xwedî seknekî watedar bû û jiyanekî bi wate û tijî jiyan kir.

Di serî de em sersaxiyê ji malbata şehîd Roşîn û tevahiya gelê kurd re dixwazin. Şehîd Roşîn di nava refên têkoşînê de her dem bi seknekî milîtanî xwedî xeta Apoyî bû. Li hemû eniyên ku têkoşîn pewîst dikir berê xwe dida eniya pêş û bi ruhekî ku her dem şoreş jiyan dikir tevdigeriya. Herî dawiyê di germahiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rolekî diyarker wek jineke pêşng lîst. Di Kongra Star de wek rêvebereke pêşeng ku şoreşa jin her dem bi pêş de dibir û xwedî parastina nirxê gelan bû.

Em weke Kongreya Star rêheval Roşîn bi rêzdarî bi bîr tînin, her dem em ê şopdarên xeta şehîdan bin. Wê têkoşîna şehîd Roşîn ticaran di nêvî de nemîne."