Bi hezaran welatî li Kantona Cizîrê 38'mîn damezirandina PKK'ê pîroz kir

12:42

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran welatiyên Kantona Cizîrê 38'mîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bajarê Dirbêsiyê bi şahiyeke girseyî pîrozkirin.

Bi hezaran welatiyên bajarê Dirbêsiyê, Zirgan, Serêkaniyê, Amûdê, Til Temir û gundewarên wê bi armanca 38'mîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Navneda Ciwanên Şoreşger a bajarê Dirbêsiyê yê Kantona Cizîrê şahiyek hat lidar xistin. Di şahiyê de rêveberên saziyên bajaran jî amade bûn. Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de Hevserokê TEV-DEM'ê Xelîl Osman roja 27'ê mijdarê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê kurd pîroz kir û wiha got: "Bi hêviya sala nû ya serkeftinê misogertir bikin û azadiyê li hemû deveran geş bikin, em vê rojê li gelê kurd pîroz dikin. Piştî şoreşa Rojava dijmin bi hemû hovîtiya xwe êrîşî gelê kurd dike û komkujiyan pêk tîne. Bi riya van êrîşan xwest ku bêje vaye min gelê kurd xiste bin axê. Lê bi damezirandina PKK'ê hemû êrîşên wan vala hatin derxistin."

Li ser navê Rêxistina Kongra Star Muna Yûsif jî diyar kir ku PKK'ê jiyanek bi hêvî ji gelê kurd re daye avakirin û wiha dom kir: "Em ji Erdogan re dibêjin biçe gel Abdullah Ocalan ji xwe re fêrî demokrasî û azadiyê bibe. Em bi vê boneyê hemû şehîdên azadiyê ji Heqî Qerar heya şehîdên dawiyê ku ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirin, bi bîr tînin."

Piştî axaftinan komên stranan ên TEV-Çand yên bajarên Serêkaniyê, Hesekê, Amûdê, Qamişlo, Til Temir û Dirbêsiyê bi starnên şoreşgerî coşek mezin dan avakirin û dîlan hat gerandin.

Pîrozbahî bi dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" û "PKK'ê ronahiya dilê me ye" bi dawî bû.