Sara Aktaş îmze avêtiye binê gelek xebatên girîng ên jinan

12:35

AMED - Endama Koordînasyona KJA'yê ya ku ji aliyê dewletê ve hat girtin, Sara Aktaş hat binçavkirin û hevdîtina bi parêzerê wê re jî hat qedexekirin, helbestvan û siyasetmedar e. Lê Sara tenê ji aliyê jinên kurd ve nedihat naskirin, ji aliyê jinên Tirkiyeyî û cîhanê ve jî dihat naskirin. Lê piştî ku duh Sara hat binçavkirin der barê wê de nûçeyên ku ew wekî " berpirsiyara KCK'ê ya Tirkiyeyê" dan nasîn hatin weşandin.

Di çarçoveya KHK'ya ku ji aliyê AKP'ê ve hat derxistin de di nava komeleyên ku hatin girtin de Kongra Jinên Azad (KJA) jî hebû . KJA beriya ku bê girtin jî bi ser avahiya wê de hatibû girtin , lêgerîn hatibû kirin û gelek endamên wê jî ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata jî di çakakiya li ber şaredariya Bajarê Mezin ya Amedê de ku dema hevçaredar hatin binçavkirin de di encama çalakiya protestoyî de hatibû binçavkirin û hatibû girtin. Her wiha Endama Koordînasyona KJA'yê Sara Aktaş ya ku îmze avêtibû binê gelek xebatên girîng jî duh li Balafirgeha Aturk ya li Stenbolê hat binçvakirin. Sara ya ku hat binçvakirin tenê ji aliyê jinên kurd ve nedihat naskirin ji aliyê jinên tirkiyeyî û cîhanê ve jî dihat naskirin. Lê di nûçeyên ku der barê Sara de di medyayê de hatin weşandin de hat gotin "ji bo PKK'ê darbeya giran" û "berpirsiyara KCK'ê ya Tirkiyeyê hat girtin" cih girtin. Ji Sara ya ku jê tu agahî nayên girtin hevdîtina wê ya bi parêzerê wê re jî heta 5 rojan hat qedexekirin.

Sara bi xebata xwe dihat nasîn

Sara berî niha jî ji ber xebatên xwe yên jinan û yên siyasî ji "doza KCK'ê ya bingehîn" hatibû darizandin, piştî mayîna di girtîgehê de ya demeke dirêj hatibû tahliyekirin û din av BDP û PM'a BDP'ê de jî xebat dabûn meşandin. Her wiha jinên kurd yên ku di sala 2015'an de kongre pêk anîn li şûna Tevgera Demokaratîk a Jinan (DOKH) navê tevgera xwe guherîn û bi navê KJA'yê xebatên xwe berdewam kirin. Yek ji Endamên Koordînasyona KJA'yê ya ku demeke dirêj xebatên ji bo azadiya jinan dan meşandin jî Sara AKTAŞ bû.

'Divê li dijî kesên jinê tune dihesibînin têkoşîn bê dayîn'

Sara Aktaş ya ku nivîsên wê di kovar û rojnameyan de dihatin weşandin di reportajeke xwe de wiha gotibû: " Sedema hebûna KJA'yê ew e ku li dijî polîtîkayên AKP'ê yên ku jinan tune dihesibînin têkoşînê bide û têkoşînê mezin bike ye… "