Endama KJA'yê Sara Aktaş hat binçavkirin

10:03

STENBOL - Siyasetmedara kurd û endama Koordînasyona KJA ya hat girtin Sara Aktaş li Stenbolê hat binçavkirin.

Endama Koordînasyona Kongreya Jina Azad a bi biryarên KHK’ê hat girtin û siyasetmedara kurd Sara Aktaş hat binçavkirin. Sara dema li balafirgeha Atatürk a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Sara, ku sedema binçavkirina wê nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Çapemeniya din binçavkirina endama KJA’yê Sara wekî berpirsiyara KCK’ê ya Tirkiyê pênase kir û bal kişand ser xwe. Sara li Amedê ji doza KCK’ê ya Amedê hatibû girtin û demek dirêj li girtîgehê mabû. Piştî hat berdan di nava xebatên KJA û DBP’ê de cihê xwe girtibû.