Jinên Şedadê daxwaza perwerdehiyê kirin

09:37

HESEKÊ- Jinên herêma Şedadê ji Rêveberiya Xweser daxwaz perwerdehiya ziman û perwerdehiya dîrok û çanda kurd kirin.

Di dema serweriya rêjîma Baas de tenê zimanê erebî weke zimanê fermî di dibistanan de dihat dayîn. Zîhniyeta yek al, yek çand û yek ziman li ser civakê didan ferzkirin. Bi vê yekê dixwestin ku desthilatdariya xwe ferz bikin û netewên din ji nedîtî ve bên. Bi êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê jî gelê Şedadê rastî gelek zilm û îşkencê hat. Piştî ku QSD'ê herêma Şedadê ji çeteyan rizgar kir, êdî gel pergala xwe bi xwe avadike bi taybet jin. Jinên herêma bi armanca xwe pêşxistinê ji Rêveberiya Xweser daxwaza perwerdeyên zimanê kurdî û perwerdehiya dîrok û çanda gelan kirin.

Yek ji jinên herêma Şehdadê Ayat Xalid diyar kir ku ew dixwazin di her warî de xwe perwerde bikin û wiha got: "Em ji Rêveberiya Xweser dixwazin ku perwerdeyên zimanê kurdî ji bo me bên dayîın. Her wiha em dixwazin dîroka çanda kurdan nas bikin û em rastiya biratiya gelan bi awayekî rast fêr bibin."

'Divê em rastiya gelê kurd nas bikin û bidin naskirin'

Jina ereb Hemîde Mihemed jî anî ziman ku ew jî dixwazin hînê zimanê kurdî bibin û wiha axivî: "Divê ne tenê zarok li dibistanan rastiya gelê kurd nas bikin, em jî weke jin divê ku vê rastiyê bizanin û bidin naskirin."

'Em dixwazin bi rêya perwerdeyê felsefeya Rêbertî nasbikin'

Eyşa El–Mihemed jî daxwaza xwe bi naskirina fikir û felsefeya Rêberê PKK‘ê Abdullah Ocalan anî ziman û wiha pê de çû: "Di dema rêjîma Baas de tenê zimanê erebî dihat dayîn. Ev yek jî bi armanca tunekirina çanda pêkhateyên din bû. Di dema desthilatdariya çeteyên DAIŞ‘ê de ji hêla wan bi navê ol zagon dihatin ferzkirin. Piştî ku QSD‘ê bajarokê me ji çeteyan rizgar kir, me rastiya xwe nas kir û azadiya xwe dît. Ev hemû bi saya felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatiye bidestxistin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku em hîn zêdetir fikir û ramanê Rêber Abdullah Ocalan bi rêya perwerdeyan nas bikin."