ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2016'AN

09:36

*Jinên herêma Şedadê ji Rêveberiya Xweser daxwaz perwerdehiya ziman û perwerdehiya dîrok û çanda kurd kirin.

*Kovara F ya ku dixwaze zimanê jinê ava bike û femînîste li dijî zimanê serdest yê mêr têkoşîna jinê vedibêje û kovarek têr û tije pêşkêşî jinan dike.

*Jinên ku l dijî şaredariya Seyhanê berxwe didin ku tezgahên ku bi salane ava kirine xera nekin têdikoşin, hilberînên keda destê xwe difroşin.

*Teatre Jiyana Nû ku hewl dide bi hunera xwe ji pêvajoya siyasî ya Tirkiyeyê re bibe bersiv bi lîstika Qayde û Îstîsna li ser dîkê ye. Di repertuara xwe ya beriya vê de lîstika Tîrsa Fuhrer a Bertolt Brecht lîstin. Ji Teatra Jiyan a Nû Rugeş Kirici wiha got: “Rêgeza me ya sereke eve ku em meseleyên civakî bi hevkariya hunerê bigihînin civakê. Gelê Kurd di nav êşek mezin de ye û li gorî vê jî têkoşîna xwe bilind kiriye. Bêguman em nekarin pişta xwe bidin van û hunerê bikin.”

* Bi meha cotmeha 2015’an re li navçeya Sûrê di esasa parastina cewherî de gel xendek dikola. Heta meha mijdarê dewletê qedexeyên fîlî îlan kir û êrîşê navçeyê kir. Tevî vê gel çalakiyên deng derxistinê pêk anî û deng dida berxwedanê. Piştî 6’ê mijdarê şûnde pevçûnan bi navber heta 28’ê mijdarê berdewam kir. Di 28’ê Mijdarê de piştî ku serokê baroyê Tahîr Elçî hat qetilkirin şûnde berxwedanê dest pê kir û salek li dû xwe hişt.

*Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) pêşenga têkoşîna azadiyê, fermandar û di heman demê de wêjevanek jin bû. Di sala 1971'an de li Kobanê hatiye dinê û di 29'ê mijdara 2004'an de tevî 4 hevalên xwe li bajarê Mûsilê di encamê sûiqastek de tên qetilkirin. Şîlan bi gotina "Jinek Kobanê jî dikare azad bibe, ez dixwazim vê seknê bi biryarbûna xwe nîşan bidim" ji tevahî jinan re bûye riya ronahiyê û azadiyê.