Yekîtiya Rewşenbîran 1'mîn Pêşengeha wêneyên şer vekir

09:35

EFRÎN- Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê ji bo bîranîna têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Kantona Efrînê 1'mîn pêşengeha wêneyên şer ên têkoşerên YPG û YPJ'ê li Qada Şehîdan vekir.

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê ji bo bîranîna têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê 1'mîn pêşengeha wêneyên şer ên YPG û YPJ'ê li Qada Şehîdan vekir. Pêşandana pêşengehê wê sê rojan bidome. Di vekirina pêşengehê de şervanên YPJ û YPG'ê, Saziya Malbatên Şehîdan, TEV-Dem û bi dehan welatiyên Kantona Efrînê amade bûn.

Di pêşandana pêşengehê de belgeyên rêzgirtinê li şervanên YPJ û YPG'ê û li endamên Saziya Zanist û Ramanên Azad hatin belavkirin.

Li ser navê YPJ'ê Dijle Efrîn 38'mîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gelên Rojhilata Navîn û bi taybet li gelê kurd pîroz kir û wiha got: "Bi saya felsefeya Rêber Apo îro gelê me rêya azadiyê nas kiriye û ji bo vê rêyê têkoşîna bêhempa dide meşandin. Wê ev felsefe bibe ronahiya Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê."

Li ser navê YPG'ê Xelîl Remedan jî bal kişand li ser têkoşîna Tevgera Azadiyê ya li bakûrê Kurdistanê û piştgiriya xwe ya ligel berxwedana gel anî ziman.

Her wiha li ser navê Saziya Zanist û Ramanên Azad Sozdar Xemgîn jî 38'mîn Salvegera damezirandina PKK'ê li hemû pêkhateyên Kurdistanê pîroz kir û wiha got: "Em bi vê boneya pîroz careke din soz didin ku em ê têkoşîna xwe ji bo parastina nirxên civakê û avakirina jiyaneke hevpar heya dawiyê bidomînin. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo jî her kêlî di nava berxwedanê de bin. Em spasiya Yekîtiya Rewşenbîran dikin ku ev pêşengeh vekirine."

Herî dawiyê helbestên li ser şervanên YPJ'ê hatin xwendin.