38'mîn salvegera PKK'ê li Kobanê hat pîrozkirin

09:35

KOBANÊ- Bi boneya 38'mîn salvegera damezrandina PKK'ê li dibistana Şehîd Azad ya Kanotna Kobanê hat li dar xistin.

Endamên Navenda TEV-Çand a Baqî Xido ya Kantona Kobanê bi boneya 38'mîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek li dibistana Şehîd Azad lidar xist. Di şahiyê de bi sedan welatiyên Kantona Kobanê û gundewarên wê amede bûn. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hat xemilandin. Welatiyan jî bi cil û bergên xwe yên gelerî rengek cuda dan şahiyê. Şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin.

Li ser navê TEV-DEM'ê Ferhad Dêrik axivî, peyamên saziyan hatin xwendin, paşê Koma Şehîd Perwîn a dîlanê derket ser dîkê. Piştre Koma Şano ya Şehîd Yekta şanoyek bi navê 'Cejina Vejînê' pêşkêş kir.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.