Welatiyên ereb êrîşên dewleta tirk şermezarkirin

09:34

GIRKÊ LEGÊ - Welatiyên ereb yên bajarokê Til Koçer li hember êrîşên dewleta tirk ya li ser herêma Şehbahê meşek girseyî pêk anîn û êrîş şermezar kirin.

Li bajarokê Til Koçer ya girêdayî Girkê Legê welatiyên ereb ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirkiyê ên li ser herêma Şehbayê meşek girseyî lidar xistin. Di meşa girseyî de li ser navê rêveberiya bajêr Zahid Muhemed diyar kir ku ew êrîşên Tirkiyê bi tundî şermezar dikin û wiha got: "Şoreşa Rojava şoreşa gel û netewa demokratîk e û şoreşa hevgirtina bi gelê bakûrê Kurdistanê ye. Em girtina parlementeran ji hêla AKP'ê ve şermezar dikin. Dixwazin bi van kiryaran vîna gelê me bişkînin, lê li beramberî wê têkoşîna gel her ku diçe mezin dibe."

Li ser navê Yekîtiya Jina Azad Xada Hirêdan jî wiha axivî: "Em bi navê jina azad hemû rengê êrîşan şermezar dikin. Li hember van êrîşan em ê xwedî helwest bin. Ti kes nikare vîna gel bişkîne. Hikûmeta Erdogan di nava metirsiyekê de ye, li her cihî têk diçe. Ji bo wê jî bi rêya êrîşan dixwaze xwe bide xuyakirin."

Meş bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî biratiya gelan" bi dawî bû.