Bi rêya îhaleyê alavên gel desteser kirin
09:51
JINHA
ŞIRNEX-  Li Şirnexa ku "qedexeya derketina kolanan" lê berdewam dike,  bi rêya îhaleyê dest danîn ser  alavên gel. 
Li Şirnexê bi "qedexeya derketina kolanan"  a ku di 12'ê adarê de hat îlan kirin re , bi talana ku hat kirin  bajar  bi temamî hat hilweşandin.  Li gel ku di 4'ê hezîranê de daxuyaniya "operasyon qediyan" hat dayîn jî  dîsabajar  venebûye û bi rêya îhaleyan jî alavên gel hatine desteserkirin.
Walîtiya şirnexê piştî  daxuyaniya "operasyon  bi dawî bûn"  da  ji bo ku welatî bên alavên xwe yên mayî  bigirin jî bang hat kirin.  Li ser vê daxuyaniya walîtiyê welatî ji bo ku alavên xwe bigirin daxwazname dan lê tu sûd ji daxwaznameya ku dan negirtin û ji welatiyan re wiha hat gotin: ""Ji ber ku hûn  nehatin  û we alavên xwe negirtin bi rêya îhaleyê ji dewletê re man." 
(aı/gc/mk)
