Cenazeyê gerîlaya YJA Starê yê Leyla Nas hat teşhîskirin
17:32
JINHA 
BEDLÎS - Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Leyla Nas a ku li gundê Oranis jiyana xwe ji dest da hat teşhîskirin.
Cenazeyê  gerîlayê HPG Serhat Orak (Bager Tatvan) û yê gerîlaya YJA Starê Leyla Nas(Zîlan Zerdeşt) yên ku li gundê Oranis yê Tetwana Bedlîsê di 11'ê cotmehê de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan li Nexweşxaneya Wanê ya Perwerde û Lêkolînê ji alyê malbatên wan ve hatin teşhîskirin.
  
Piştî teşhîskirinê Cenazeyê Serhat Orak li Tetwanê û yê  Leylayê jî li Êlihê  hat definkirin. Her wiha cenazeyê  Cafer Yaman (Bedran Munzur) û yê Şehrîban Kaya (Nuda Wan) yên ku di heman dîrokê de jiyana xwe ji dest dan jî  hîn li Nexweşxaneya Wanê ya Perwerde û Lêkolînê tê ragirtin.
(ekip/gc/mk)
