Zilamê ku li marketê êrîşî jinekê kir îfadeya wîh jî nehat girtin
16:59
JINHA
İSTANBUL -  Li Stenbolê li marketê zilamî  jinek bi gotina " rast bimeşe" tehdît kir û êrîşî jinê kir.  Lê zilamê ku jin tehdît kir îfadeya wî jî neat girtin.
Jina  bi navê A.Ç. ya ku ji bo dan û sitendinê çû marketê  bi şîdeta zilam re rûbirû ma.  Zilamê ku di serî de ji jinê re got "rast bimeşe" piştre jî êrîşî A.Ç. kir û ew derb kir.  Xebatkarên marketê jî li hemberî vê hovîtiya zilam bêdeng man û tu mudaxele zilam nekirin.  Jina ku ji zilam lêdan xwar hat aşkerakirin ku pozê wê şikestiye û dest û piyên wê jî zerar dîtine.  A. Ç piştî êrîşê li zilam gilî kir, lê zilamê ku lê gilî hat kirin  bêyî ku îfadeya wî bê girtin serbest hat berdan.
(gc/mk)

