Gelê Şirnexê bi valakirina konan hat tehdîtkirin
16:13
JINHA
ŞIRNEX-  welatiyên  Şirnexê yên ku ji ber "Qedexeya derketina kolanan"  bi zorê ji malên xwe hatin derxistin  û mecbûr man ku di konan de jiyana xwe bidomînin, niha jî bi valakirina konan tên tehdîtkirin.
Li Şirnexê ji aliyekî ve  ev 220 roj in "qedexeya derketina kolanan" berdewam dike û navenda bajêr jî nema dikare bê bikaranîn.  Ji bo gelê Şirnexê  yê ku ji cih û warê xwe hat derxistin ku di konan de  li ber xwe dide hêzên dewletê vê carê ew bi derxistina ji konan tehdît kirin. Tîmên taybet yên ku îro bi ser  konên li Konutlar, toptepe û yên li herêma sanayiyê de girtin,  konên welatiyan belav kirin  û  sê roj  dem dan wan ku konan vala bikin.  Her wiha têmên ku 3 ro dem dan welatî bi derxistina ji konan tehdît kirin.
(aı/gc/mk)
