Li Amerîkaya Başûr jin li dijî şîdetê daketin kolanan
12:03
JINHA 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li  dijî qetilkirina zaroka  16 salî ya ku ji aliyê kesiparên hişbir ve hat qetilkirin  di serî de li Arjantînê li gelek welatên  Amerîkaya Başûr jin daketin kolanan û qetilkirina zaroka 16 salî şermezar kirin.
Jinên ku qetilkirina zaroka 16 salî ya bi navê  Lucî Perez ya ji aliyêkesipkarên hişbir ve ku di serî de êrîşa zayendî  û îşkence lê hat kirin û piştre jî hat kuştin şermezar kirin di serî de seatekê li Arjantînê jinan dest ji kar berdan û wiha bang li jinan kirin: "Dirûşma hûn li ku dibin bin  ji bo ku hûn bêhtir ji dijminahiya li hemberî jinan re bibin bersiv saetekê dest ji karê xwe berdin"  Pîşt^î bangê bi sedhezaran jindaketin kolanan her wiha di şermezarkirina ku bi navê  "Çarşema Reş" hat kirin de jin bi cil û bergên xwe yên reş daketin kolanan.  Her wiha li gel ji dest berdana kar li  payitext Buenos Aîres  û li gelek bajarên din çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. 
Her wiha ji bo piştgiriya bi jinên Arjantînî re ji  Şîlî , Meksîka  û Guatemalayê jî jin daketin qadan û dirûşmên " Şovnîzma mêran naxwazin" berz kirin.
(gc/mk)

