Li Artukluyê li dijî êrîşa zayendî xwndekaran kantîn dagir kir
11:42
JINHA 
MÊRDIN -  Li zanîngeha Artuklu ya li Mêrdînê zilamê li kantînê dixebitî  li dijî xwendekara jin êrîşa zayendî pêk anî. Xendekarên zanîngehê ji bo ku êrîşê şermezar bikin kantîn dagir kirin û çalakiya dagirkirinê ya xwendekaran berdewam dike.
Li Mêrdînê li Zanîngeha Artukluyê  xebatkarê  kantîna zanîngehê  êrîşa zayendî li dijî xwendekareke jin pêk anî.  Li ser vê xwendekaran nerazîbûn nîşanî kesê ku êrîş pêk anî  da û di gengeşiya ku derket de kesek birîndar bû.
Xwendekarên jin yên ku nerazîbûn nîşanî  destdirêjiyê dan kantîn dagir kirin û  li ketin û derketinê girtin. Her wiha çalakiya  dagirkirinê yaxwendekaran berdewam  dike. 
(mm/fk/mk)

