ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
09:00
*Jinên bajar zewaca temenê biçûk a jinê wek xirabûn û wendabûna kesayetê nirxandin û gotin: "Bi zewaca temenê biçûk re jin ji zarokatiya xwe mehrûm dimîne."
*Ji bo xeyalên ciwanên şorşger ên ku li Pirsûsê di komkujiyê de hatin qetilkirin, pêk bên li Kobanê daristan, dibistan û baxçeyên zarokan têne avakirin.
*19'ê Tîrhemê destpêka şoreşa dad, wekhevîtî û têkoşîna azadiya gelan e. Bi şoreşa Rojava re, li ser bingeha avakirina netewa demokratîk edaleta civakî tê pêşxistin. Zagonên Jinê jî rûyê şênber ê ji nû ve avakirinê îfade dike.
*Hevseroka SGDF’ê Ozgen Sadet ku bi xwişka xwe jî bi 32 hevalên xwe re li Pirsûsê winda kir, diyar kir ku Hatîce Ezgî di nokteya pêşxistina hişmendiya zayendê de deriyên guherîna xwe heta dawiyê vekiriye û wiha got: “Jineke li kolanê, li malê di nava têkoşînê de bû. wek jinek şoreşger û di her qada jiyanê de cih girtinê de mînak bû. jineke ciwan ya 20 lî û şoreşgereke jin.
*Ezgî Duman ku nûneriya tora jêr ya girtiyên jin ya Projeya Tora Enformasyona Girtîgehên Tirkiyeyê ya di çarçoveya Navenda Xebatên Girtîgeha Tirkiyeyê de, dike, li ser pirtûka ‘Li Tirkiyeyê Girtiyên Jin’ axivî. Ezgiriyê balkişand ser pirsgirêkên hevpar yên girtiyên jin yên siyasî û edlî û got ruyê girtîgeyê yên jinan nayê dîtin.
*Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê diyar kir ku wê ji 28’ê Tîrmehê şûnde bi hinceta înşata ‘Projeya Marti’ hemû seferên veguhestina Kabataşê bide sekinandin. Mîmar Mucella Yapici diyar kir ku pêvajoyê bidestxistia vê projeyê gelek şaş e û got: “Li ti derê cîhanê îradeyeke ku hişê wê li cih, li ber rêya behrê hem rêya bejayî û hem jî pergala bi ray çênake.”