Li Şirnexê bi topbaranê xaniyan xiradikin

14:33

JINHA

ŞIRNEX – Li Şirnexê êrîşên hêzên dewletê ya di dû rojên dawî de avahiyên ku bi topebaranê tê hilweşandin û dûyên ji avahiyan bilind dibe şika “Guleyên topan ên cûda tê kar anîn” derxist holê.

Di çarçevoya êrîşên qîrkirinê ya hikumeta AKP’ê ku ev 22 rojin li hemberê vîna rêveberiya cewherî ya gelê Şirnexê bi êrîşên giran re didome. Bi êrîşên hêzên dewletê ku 3 rojên dawî hatî giran kirin de topbarana li ser bajêr re dûyên reş asîmanên bajêr girt. Bi êrîşên taybetî li ser taxa Îsmetpaşa re ji gelek avahiyian dûyên reş bilind dibe. Heya niha sedan pêhtir avahiyên bajêr de hedef hat girtin û dû rojên dawî avahiyên bilind hedef tên girtin û bi topebaran kirinê re tê hilweşandin. Bi êrîşên topebaranê ya dû rojên dawî de li ser dûyên reş yê asîmanên bajêr digire, şişa guleyên topan yên cûda kar anînê derxist holê. Avahiyên ku dû rojên dawî rastê êrîşên topebarana hêzên dewletê hatî, dûyên reş tewahiya bajêr digire û li gorî êrîşên ji beriya niha ya topebaranê nîşan dide ku hêzên dewletê guleyên topan ên cûda li hemberê Şirnexê kar tênin.

Ji aliyê dîn hêzên dewletê ku ji beriya niha bi marşên nîjadperest êrîşê taxên berxwedanê dikir, ev car ji wesayîtên zirxî bi strana “Al (Bayrak)” ya helbestvanê nîjadperest Arîf Nîhat Asya êrîşê taxên berxwedanê dikin.

(kom/zt)