Li Nisêbînê êrîşên herî giran nava du rojan te pêk tê
11:29
JINHA
MÊRDÎN - Êrîşên dewletê yên li dijî taxên Nisêbînê her ku diçe giran dibe.
Êrîşên dewletê yên bi ser taxên Nisêbînê ve di roja 23.emîn de berdewam dike. Tîmên ku nikarin bikevin taxan bi çekên giran êrîşî hundirê taxan dikin. Êrîşên herî giran di dû rojên dawî de tê jiyandin û di van pevçûnan de dûh serdarek, efserek û çawişekî pispor jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku tîmên taybet pira seyar a hesin danîne ser çemê Çag Çag ê û ji derdora Qada Newrozê bi êrîşî hundirê kolanên taxa Firat û Abdulkadîr paşa dikin ku di ser pira hesin re têkevin taxan.
Hêzên YPS û YPS-JIN bersivê giran didin û nahêlin ku tîmên taybet bikevin taxan. Pevçûnên li derdora taxan berdewam dike.
(kom/rc)