Li hemberî berxwedanê hêza dewletê qels dibe
09:10
JINHA
MÊRDÎN – Êrîşên ku AKP’ê li dijî gelê Kurdistanê dane destpêkirin berdewam dike. Hêzên dewletê li hember bexwedanê her roj wendahiyan didin û hêzê wenda dikin. Li hemberî şerê qesrê hezar tîmên taybet tevlîbûna şer red kir û daxwaznameyên dev ji kar berdanê dan. Caridin cerdevanên li heremê şerê li dijî gelê xwe red kir û çekên dewletê teslîmî wan kir.
Şerê ku hikumeta AKP’ê di 24 tîrmehê de li dijî gelê kurd dane destpêkirin mi wê rojê û vir ve berdewam dike. Di şerê ku bi mehan e li dijî bajarê Kurdistanê tê meşandin de bajar tên şewitandin û hilweşandin.Bi êrîşên ku bi hemû amûrên şer tê de meşandin de jin, zarok, mêr û pîr jî di navde bi sedan kes qetilkirin. Li hemberî şer, gelê Kurdistanê bi mehan e li ber xwe dide. Dewlet, tevlî hemû teknîkên pêşketî li hemberî berxwedana çend ciwanan bêçare dimîne û her ku diçe hêz wenda dike.
Li hemberî berxwedanê hêza dewletê qels dibe
Hêzên dewletê li hemberî êrîşên di demên dawî yên li Gever, Nisêbîn û Şirnexê nikare bi pêş bikeve. Hêzên dewletê tevlî êrîşên bi tank û topan li hemberî hêzên YPS’ê wendahiyên giran didin û van wendahiyan jî ji raya giştî vedişêrin. Herî dawî Parlemeneterê CHP’ê yê Dêrsimê Gursel Erol diyar kir ku hejmara kuştî û birîndaran yên ku dewlet dide ne rast e û tîmên taybet newêrin biçin cihên operasyon lê dom dike.
Nisêbîn ji raya giştî û dewletê re buye navenda nîqaşan. Di navberan hikumet û artêşê de nîqaş li ser mirina bi dehan tîman, îmhakirin an derbkirina bi dehan wesayitên zirxî, xwekuştina tîmekî ya di hundirê tankê de û nexwestina siwarbuna li wesayitên zirxî derketiye û ev nîqaş encama vebûnê derxistiyê holê.
Navenda fermanê ji Enqerêye lê fatora ji Mêrdînê re tê derxistin
Di nava hestiyê şerê li Kurdistanê têmeşandin de jî vebûn derketiye. Her wiha ji ber encamnegirtina ji heremê gelek îstîfa tên kirin. Li Nisêbînê beriya çend rojan ji bedêla 2 hezar tîmên ku psîkolojiya wan xirab bibû yên nû anîn û şer niha bi wan didin meşandin. Encama nedestkeftiya ji Nisêbînê jî ji Waliyê Mêrdînê Omer Faruk Kocak re tê birîn. Ev yek tevlî ku fermana operasyon û êrîşên li bajaran ji Enqerê tê girtin jî tê kirin. Dewlet bi vê yekê rojevên dij rastiyan derdixîne û dixwazin bala raya giştî ji ser xwe bidin cihekî din.
Cerdevan û tîmên taybet yek bi yek îstîfa dikin
Hezar tîmên taybet yên ku ji bo operasyonan şandin Kurdistanê ji bo ku destê xwe ji komkujiyan bikişînên daxwaznameyên îstîfakirinê da Miduriyeta Giştî ya Ewlehiyê. Hate zanîn ku Midurê Ewlehiya Giştî Celalettîn Lekesîz daxwaznameyên tîmên taybet paşve vegerandiye. Caridin gelek cerdevanên li heremê yên ku nexwestin tevlî operasyonan bibin çekên xwe teslîmî dewletê kirin. Ev yek di nava artêş û hikumetê de şikandin pêk anî.
Şikandin tenê ne bi polîsan e
Piştî operasyonên li Nisêbîn a Mêrdînê û Gever a Colemergê ya ku di 14 adarê de hatibun destpêkirin û li Navenda Şirnexê di 15 adarê de hate destpêkirin de gelek tîm ketin nava xemên tevlîbûn an netevlîbûna êrîşan. Vê yekê bandorekî mezin li ser hikumeta AKP’ê û êrîşên wê kir. Derketibû holê ku psîkolojiya tîmên li Nisêbînê xirab buye û ji ber vê yekê cihê wan bi yên nû hatibu guhertin.
Qelşa ji ber êrîşên AKP’ê ya ku di nava hikumet û artêşê de vebuye bandorê li ser gelê Kurdistan û Tirkiyeyê dike û di navbera wan de jî qelşa heyî mezin dike.
(kom/zt)