ROJEVA 05'Ê NÎSANA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

09:03

*Mizgîn Kirkagaç a 17 salî li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê dimîne di dema binçavan de ji aliyê polîsan ve rastî îskenceya zayendî hatî bi nameyekê ji ajansa me re anîziman û got: "Me jinên kurd li Dêrsim û Zîlanê ruyê tirkan ê aciz dîtiye. Me şahidî ji hovîtiya ku zarok ji zigê dayîkê kêşane û paşê jî wêneyê wan kêşane kiriye. Ji bo wê jî êrîşên ser min kirine di rastiyê de ser tekoşîna jina azad kirine."

*Dayîkên şervanên YPJ/YPG'ê ên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane, êrîşên dewleta Tirk a ku sînorên exlaqî derbas kiriye û goristan kiriye armanca xwe şermezar kirin û gotin, "Em vê hovîtiyê qebûl nakin."

* Siyasetmedarên ku ji bo koçberan dibêjin, "Em ji bo jiyanek bi rûmet dixebitin" lê belê li kolanên Taksîmê koçber têkoşîna jiyanê didin.

*Jinên Alîgirê koma Mor Tribûn diyar kirin ku li hember parvekirinên tora civakî yê nijadperestî û hişmendiya desthilat wê li ber xwe bidin û gotin: "Ev hişmendiya wiha me hîn bêtir bi hêz dike, ew dîsa fêrî me dikin ka em ê çawa ji heqê wan derkevin."

*Savarê ku hezar salin bi destê jinê li ser agir hatî çêkirin û heya îro bûye mêvanê sofreyên me, hîn jî xwrina herî dewlemen de. Savar ji ber ku vîtamîna B di nava xwe dihewîne di aliyê tenduristiyê de jî gelek başe û xwarinek giringe.