Li Silopiya dengê çekan û teqînên mezin
08:25
Nîsan
5
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopya ya Şirnexê dengê çekan û teqînên mezin bilind bû. Piştî bûyerê Waliyê Şirnexê kolan qedexekir.
Li Taxa Cudiya navçeya Sîlopiya ya Şirnexê şevê din pevçûn derket. Heta derengiya şevê dengê çekan û teqînên mezin bilind bûn. Piştî bûyerê derketina kolanan hat qedexekirin. Qeymeqamiya Sîlopyayê saet ji 04.30'an heta emrê duyemîn qedexeya derketina kolanan îlan kir. Biryara qedexeya derketina kolanan bi anonsên maşîneyên polîsan û aparlorên mizgeftan hat îlankirin.
(kom/zt)