Li Kobanê 3. salvegera damezrandina YPJ'ê hat pîroz kirin

19:04

JINHA

KOBANÊ - Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya Kantona Kobanê, sêyemîn salvegera damezrandina YPJ’ê û rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi merasîmekê pîroz kir.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya Kantona Kobanê, sêyemîn salvegera damezrandina YPJ’ê û rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi merasîmekê pîroz kir. Merasîma leşkerî ku gelek şervanên YPJ'ê tevlî bûn, piştî deqeyeke rêzgirtinê bi axaftinê dom kir. Yek ji fermandarên YPJ'ê Rehîme Kobanê bibîr xist ku 4'ê Nîsanê roja damezrandina artêşa jinan YPJ'ê û rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.

Rehîme Kobanê diyar kir ku 4'ê Nîsanê roja rojbûna tevahiya jinan e û wiha dom kir: "Roja berxwedanê û têkoşînê ye, roja azadiya jinan ku bi saya raman û felsefeya Rêber Apo bûn xwediyên artêşeke xweparastinê." Rehîme Kobanê anî ziman ew bawer dikin ku wê hêza YPJ'ê hîn mezintir bibe û wiha pêde çû: "Em ê di eniyên şer de li ber xwe bidin heta jin azad bibin. Em hêvîdarin YPJ sala bê, di roja 4'ê Nîsanê de li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahiyê lidar bixe."

Di dawiya merasîmê de şervanên dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Rêber Apo", "Bijî YPJ" berz kirin. Merasîm bi dîlan û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(ze-rê/rc)