Li du taxên Agirî 'Semt Bazara Jinan' hat vekirin
18:27
JINHA
AGIRÎ - Miduryeta Xizmetên Malbat û Jinan a Şaredariya Agiriyê li du taxên bajêr 'Semt Bazara Jinan' vekir û wê xebata komînal bingeh bigirin.
Miduryeta Xebeta Malbat û Jinan a Şarederiya Agiriyê li taxên Fevzî Çakmak û Batikentê 'Semt Bazara Jinan' ava kir. Li gel bazara ku li ser tezgihan fekî bê firotin dê jin berhemên bi destê xwe çêkirin bifiroşin. Miduryeta Xebata Malbat û Jinan a Şaredariya Agriyê Suzan Kotay got: "Di nav civakê de kedeke jinê a ne dîtî heye. Em weke Miduryeta Xebata Jinan em ê vê kedê bikin ku were dîtin. Di vê merhelê de wê pêşî jin livê bazarê berhemên xwe bi firoşin û wê jin bi xebitin. Em ê firotina berheman bi komun bi firoşin û bi maliyeta ku mayî em ê li xebatkaran parkin.
'Hemu jin wê di jiyana komundê wekhev bin'
Suzan diyar kir ku wê li taxên Fevzî Çakmak û Batikentê bi giştî li Semt Bazara Jinan 20 tezgih bên vekirin û wiha berdewam kir: "Jin wê ji xeynî fêkiyan berhemên wek nanê tanurê, berhemên desta û titin bên firotin. Li bazarê wê hertişt bê firotin. Bi vî rengî wê hatina aborî biçe ji kominê re. Wê hemu jin wekhev bin û wekhev qazenç bikin."
'Ev xebat kelacanê dide jinan'
Suzan anî ziman ku bi teybêtî armanca me ewê ku keda jinê bê dîtin û jinên xwedî mal ku ihtiyaca wan pê heyî keda destê xwe bifiroşin û aboriya mala xwe pêşbixin û wiha domand: "Gava em vê xebatê ji jinan re dibêjin kelecan digrin. Em farq dikin. Ji ber ku jin xwe bi maf dibîne û dilşad dibe. Bi eşkereyî hêviyê gel hebûn ji bo xebatek wiha. Bi teybêtî ihtiyacê Agirî bivê xebatê heye. Xemgînim di civakê de keda destê jinê nayê ditîn. Hewlek keda destê jinê heye lê nayê dîtin, em êdî dixwazin bê dîtin. Em jinan vexwendî vê xebatê dikin. Bila werin em bi hev re ked bidin ku keda jinê bê xwiya kirin."
(dt/zt)