YPS'ê encama şerê li Nisêbînê aşkere kir
16:44
Nîsan
4
/ 2016
JINHA
MÊRDÎN - Navenda koordînasyona YPS'ê bi daxuyaniyekê encama şerê 3 rojan yê li Nisêbînê aşkere kir.
Navenda Koordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) bi daxuyaniyekê şerê 3 rojan yên li Nisêbîna Mêrdînê aşkere kir. Di daxuyaniya nivîskî de hate aşkere kirin ku 4 tîmên taybet û 6 çeteyên DAİŞ'ê hatine kuştin û di pevçûnan de jî dû şervanên wan jiyana xwe dane. Di daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku di qezayê de hevalê wan yê bi navê Êrîş di encama qezeyekê de û hevalê wan yê bi navê Ferhat di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane.
(kom/zt)