Li hemberî êrîşan stiranan 'Oy Kurdistan, Kurdistan'
15:19
JINHA
MÊRDÎN - Hêzên dewletê êrîşên xwe yên bi ser taxên Nisêbînê de berdewam dikin. Hêzên YPS û YPS-JİN'ê li taxên berxwedanê strana Koma Berxwedan ya Oy Kurdistan Kurdistan ji hoparlorên mizgeftan vekirin.
Êrîşên hêzên dewletê yên bi ser taxên Nisêbîna Mêrdînê de berdewam dike. Tîmên ku nikarin bikevin taxan bi çekên giran êrîşî hundirê kolanên taxan dikin. Di pevçûnên îro ku hatin jiyandin de gelek liv û tevgera ambulans û wesayitên zirxî pêk hatin. Hate zanîn ku tîman otogara Nisêbînê ya li ser rêya Îpekê jî ji xwe re kirine baregeh û gelek wesayitên zirxî li wir bi cih kirine.
Li hemberî êrîşan strana 'Oy Kurdistan, Kurdistan'
Hêzên YPS û YPS-JİN'ê li hemberî êrîşên dewletê ji hoparlorên mizgeftan strana Koma Berxwedan ya Oy Kurdistan, Kurdistan vekirin. Berxwedana hêzên YPS û YPS-JİN'ê berdewam dike.
(kom/zt)